BI DÎMEN

Li Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 120 hezar îmze hatine komkirin

Endama Rêveber a Komîteya Komkirina Îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan Peyman Elûş diyar kir ku tevahî gelê Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan seferber bûne û got ku heta niha zêdeyî 120 hezar kesî îmze avêtine.

LI KOBANÊ KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi coş seferber bûn û tevlî pêngava duyemîn a komkirina  îmzeyan bûn.

Endama Rêveber a Komîteya Komkirina Îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî a Abdullah Ocalan Peyman Elûş têkildarî komkirina îmzeyan û coşa gelê Kantona Firatê ji ANF’ê re axivî.

Peyman diyar kir ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngava duyemîn a komkirina îmzeyan hat kirin û got: "Pêngav piştî 15’ê Sibatê hat destpêkirin û wê heta 4’ê Nîsanê bidome. Bi hezaran kes jî di nava tevgerê de ne û seferber bûne heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe."

TEVAHÎ PÊKHATE JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN BI ISRAR IN

Peyman diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelên bindest e, bi azadiya wî tevahî pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navîn tê çareserkirin û wiha domand: "Tevahî pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn çi Ereb, Kurd, Asûr, Suryan, Çerkes û hwd be, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îmzeyên xwe diavêjin. Vaye tevahî gel û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiyeke Xweser a Demokratîk de dixebitin. Gel bi israr dengê xwe bilind dike heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger dibe."

‘BI DERKETINA RÊBER APO RE JIYANEKE NÛ JI NETEWA KURD RE HAT AVAKIRIN’

Peyman Elûş anî ziman ku her îmzeyek hebûneke û îradeyekê temsîl dike û wiha bilêv kir: "Gelê Kurd rastî her rêbazê qirkirinê hat. Bi derketina Rêber Apo re ji nûve jiyan ji netewa Kurd re hat pêşkêşkirin."

ZÊDEYÎ 120 HEZAR KES ÎMZEYÊN XWE AVÊTINE

Peyman Elûş destnîşan kir ku heta niha 120 hezar kes îmzeyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan avêtine û got "Roj bi roj tecrîd li ser Rêber Apo giran dibe, divê tevahî gelên azadîxwaz hîna zêdetir li hemberî qirkirinê rabe. Wesîqeya ku îmze li ser tên avêtin, wê ji saziyên mafên mirovan re were rêkirin. Heta niha li ser asta Kantona Firatê zêdetirî 120 hezar kesî îmzeyên xwe avêtine."