Li Kantona Firatê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin
Li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de dîl tên ragirtin di 27’ê Mijdarê de bi grevên birçîbûnê tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bûn. Li seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê dibin. Şêniyên Kantona Firatê jî ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî re bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest greva birçîbûnê kir. Bi sedan şêniyên Kantona Firatê tevlî greva birçîbûnê bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan li Qada Şehîd Egîd dest pê kiriye.
Li rex şêniyên kantonê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li kantona Firatê, partî, tevgerên jinan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.
Di çalakiyê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Firatê Enwer Muslim axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Muslim got dewleta Tirk bi êrîşan tunekirina Kurdan û projeya demokratîk armanc dike.
Endama Rêveberiya Kongra Star Xunav Xelîl axivî û got li hember êrîşan, têkoşîn, berxwedan pêwîst e û dê gelê herêmê bi vîna xwe tevahî komployan têk bibe û dê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne.
Cîgira Hevserokatiya Kantona Firatê Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê sûcên şer li dijî herêmê dike û li hember wan êrîşan banga mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan kir.
Hevserokê Meclîsa Kantona Firatê Mistefa Îto jî êrîş şermezar kir û got armanca êrîşan têkbirina giyanê têkoşînê yê gelê herêmê û çalakgerên greva birçîbûnê ye.
Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê heta sibê berdewam bike.