Li Kampa Holê serçeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin
Li Kampa Holê, QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke hevbeş pêk anî, di operasyonê de serçeteyekî DAÎŞ′ê û hevjîna wî hatin kuştin.
Li Kampa Holê, QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke hevbeş pêk anî, di operasyonê de serçeteyekî DAÎŞ′ê û hevjîna wî hatin kuştin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li Kampa Holê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAÎŞ′ê lê ne, operasyoneke hevbeş pêk anî.
Operasyon şeva borî bi serdegirtina hêzên hevbeş li koneke kampê pêk hat, bi wê re serçete Ebû Ubeyde El Iraqî ku di nava çeteyên DAÎŞ′ê de ew berpirsê kampa Holê ye, hate kuştin.
Dema ku serçete nexwest teslîm bibe û hewl da xwe biteqîne û guleyan biavêje, hêzên operasyona hevpar bersiv dan. Hevjîna serçete Um Ayşe jî nexwest teslîm bibe. Di encama destwerdana hêzên hevpar de serçete û hevjîna wî hatin kuştin.