Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêe demeke dirêj e weke yek ji cihên herî xetere yê gefa DAÎŞ'ê ye. Li gorî daneyên rayedarên Kampa Holê, di nava şêniyên li kampê de 9 malbatên nayê zanîn bê ji kîjan neteweyê ne, 3 hezar û 829 malbatên Iraqî, 4 hezar û 351 malbatên Sûriyeyî û hezar û 895 malbatên biyanî hene. Bi giştî 10 hezar û 84 malbat li kampê hatine bicihkirin. Nifûsa giştî ya van malbatan jî bi vî rengî ye: 9 kesên ku neteweya wan nayê zanîn, 13 hezar û 124 kesên ji Iraqê, 15 hezar û 805 kesên ji Sûriyeyê û 5 hezar û 385 kesên biyanî; bi giştî 35 hezar û 323 kes li kampa Holê ne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê - Jin, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji 28'ê Adara 2021'ê û vir ve bi operasyonên li kampê û derdora wê re hewl didin hewldanên çeteyên DAÎŞ'ê asteng bikin. Di operasyona destpêkê de 125, di operasyona duyemîn de 226, di operasyona sêyemîn de 85 û di operasyona çaremîn de jî 79 terorîst hatin girtin. Jinên Êzidî yên ji aliyê YPJ'ê ve hatin rizgarkirin jî bûn hêvî.
Operasyona ewlekariyê ya nû ku 18'ê Nîsana 2025'an destpê kir, weke pêngava astengkirina liv û tevgera DAÎŞ'ê hate destpêkirin. Di roja duyemîn a operasyonê de 16 DAÎŞ'î bi çek û cebilxaneyên xwe hatin girtin.
OPERASYONA DESTPÊKÊ: 125 ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê HATIBÛN GIRTIN
Asta destpêkê ya Operasyona Ewlekarî û Mirovî piştî pênc rojan bi serketî qediya bû ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ-YPG'ê di 28'ê Adara 2021'ê de li Kampa Holê dabû destpêkirin. Zêdeyî 5 hezar personel tevlî operasyonê bûbûn, li gel derfetên kêm jî li dijî karên DAÎŞ'ê yên li nava kampê ku gefek li qada navneteweyî ye, têkoşîneke bi biryar hatibû meşandin.
Kampa Holê ku yek ji kampên herî xetere yên cîhanê ye ji 57 welatên cuda zêdeyî 60 hezar kes lê diman û piraniya wan malbatên DAÎŞ'î bûn. Endamên DAÎŞ'ê bi nasnameya sivîl hewl didan bikevin kampê, xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û di asta navneteweyî de planên çalakiyan bikin. Ji deestpêka sala 2021'ê û pê ve li nava kampê zêdeyî 47 cînayet hatin kirin, vê rewşê asta xeteriya gefê nîşan dida.
Operasyon ji bo pêkanîna ewlehiya şêniyên kampê, sererastkirina şert û mercên jiyana mirovî û astengkirina karên terorê yên DAÎŞ'ê hatibû destpêkirin. Bi taybetî ji bo zarok ji îdeolojiya radîkal a DAÎŞ'ê bêne parastin, nêzîkatiyeke hesas hatibû nîşandan. Di nava pênc rojên operasyonê de bi hewldaneke profesyonel hemû tedbîrên pêwîst hatibûn wergirtin. Di encama operasyonê de jî 125 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku 20 ji wan ji kuştina 15 jinên li kampê berpirsyar bûn. Her wiha di lêgerînê de malzemeyên leşkerî û cîhazên elektronîk ên di amadekirina mayinan de dihatin bikaranîn, hatin bidestxistin.
LI KAMPA HOLÊ OPERASYONA DUYEMÎN A LI DIJÎ DAÎŞ'Ê: 226 TERORÎST HATIN GIRTIN
Qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlekarî û Mirovahiyê piştî 24 rojan qediya bû ku li Kampa Holê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê di 25'ê Tebaxa 2022'an de hatibû destpêkirin. Kampa Holê weke navendeke stratejîk bû ku DAÎŞ'ê pland ikir ku kontrola wê bixe destê xwe. Şaneyên DAÎŞ'ê ku bi êşkence, kuştin û gefan tirs dixist nava şêniyên kampê, di sala 2022'an de 44 kes qetil kirin. Terorîstan bi giranî zext li jin û zarokan dikirin û hewl didan kampê bikin baregehek. Hatibû tespîtkirin ku DAÎŞ'ê hewl dida zarokên kêmî 8 salî bi rêxistina bi navê 'Eşbal El Xîlafe' perwerde bike û bi gefxwarinê jinan tevlî nava refên xwe bike. Piştî êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê liv û tevgera li nava kampê jî zêde bû ku vê yekê ev hevkarî careke din raxist pêş çavan.
ENCAMÊN OPERASYONÊ
Di çarçoveya operasyonê de 226 endamên DAÎŞ'ê hatin girtin ku 36 ji wan sûcên kuştin û êşkenceyê kiribûn. Gelek mirovên ku di lîsteya tasfiyekirinê ya DAÎŞ'ê de bûn hatin ewlekirin, konên ku ji bo îdeolojiya terorê hatibûn vedan, ji holê hatin rakirin û berpirsyarên 'Jinên Hesbê' û 'Eşbal El Xîlafê' hatibûn bidestxistin. Her wiha 25 tunel û xendek hatin tespîtkirin, 3 AK-47, 2 RPG, 2 debance, 25 bombeyên destan, 25 kîlogram teqemeniya TNT, 11 çekên bêdeng, 338 fîşekên AK-47, 10 şarjorên AK-47, 9 êlekên êrîşê, kêr û malzemeyên ragihandinê hatibûn bidestxistin.
Hêzên operasyonê çavkaniyên fînansmanê yên şaneyên DAÎŞ'ê derxistibûn holê. Hatibû diyarkirin ku hin ji xebatkarên Rêxistina Behar qaçaxçitiya pere û çekan kirine, ji Baxozê bi rêya jin û zarokan çek derbasî nava kampê kirine, bi gefxwarinê şêniyên kampê teslîm wergirtine.
JI YPJ'Ê SERKETINA MEZIN: JINÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGARKIRIN
Di dema operasyonê de YPJ'ê 2 jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin. Her wiha çar jinên ku jinên DAÎŞ'î ew bi zincîrê girêdabûn û êşkence li wan kiribûn, hatin rizgarkirin. Di nava çar salan de YPJ'ê zêdeyî 200 jinên Êzidî rizgar kiribûn.
HEWLDANÊN MIROVÎ Û PROVOKASYON
Hêzên operasyonê di dema rêveçûna operasyonê de alîkariya mirovî kirin, piştgirî dan malbatên pêîstiya xwe pê hebûn. Provokasyonên jinên DAÎŞ'î û hewldanên terorîstan ên xweveşartina bi kincên jinan li pêşiya meşandina operasyonê bibûya asteng jî hêzên operasyonê bi rengekî profesyonel tevgeriyan û ev hewldan têk birin.
OPERASYONA SÊYEMÎN: 85 TERORÎST HATIN GIRTIN
Qonaxa sêyemîn a Operasyona Ewlekarî û Mirovî di 6'ê Sibata 2024'an de qediya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî di 27'ê Çileya 2024'an de li Kampa Holê hate destpêkirin.
ENCAMÊN OPERASYONÊ
Operasyona ku deh rojan dewam kir bi hesasiyeteke mezin li hemû beşan hate meşandin; hêzên operasyonê li gorî nirxên mirovî ewlehiya şêniyên kampê ji xwe re kirin armanca esasî. Di dema operasyonê de 85 endamên DAÎŞ'ê û hevkarên wan; 8 kalaşnîkov, 4 mayin, 2 teqemenî, 7 bombeyên destan, 25 çet, fîşekek Browning, gelek cebilxane, alavên leşkerî û narkotîk hatin bidestxistin. Her wiha pênc tunelên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve dihatin bikaranîn hatin hilweşandin. Di operasyonê de çeteyekî bi navê Ebû Sûfyan Elhêbi hate kuştin ku liv û tevgera terorîstî ya li nava kampê û derveyî kampê bi rêxistin dikir. Ebû Ebdulhemid jî hate girtin ku bi fetwayên ji gef û kuştinê hewl dida şêniyên kampê bitepisîne. YPJ'ê jina Êzidî ya bi navê Kovan Êdo Xorto rizgar kiribû ku ji gundê Herdanê yê Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû revandin.
GEFA DAÎŞ'Ê YA LI NAVA KAMPÊ
Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku DAÎŞ'ê îdeolojiya xwe ya radîkal li nava kampê bi rêk û pêk belav dike û bi taybetî jî bi vî fikrê xwe mejiyê zarokan dişo. Terorîstan ji bo nifşekî nû ava bikin zarok dikirin hedef; şêniyên kampê bi gef û kuştinê dihatin tepisandin. Çekên bi destan hatibûn amadekirin ên hatin zevtkirin, teqemenî û tunelên DAÎŞ'ê nîşan didan ku DAÎŞ'ê amadekarî dikir ku kampê bi dest bixe.
OPERASYONA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê YA LI KAMPA HOLÊ Û DERDORA WÊ: 79 TERORÎST HATIN GIRTIN
Operasyona Ewlekariya Mayinde piştî 7 rojan bi serketî qediya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokrartîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Navxweyî - Jin ve 6'ê Mijdara 2024'an li Kampa Holê û derdora wê hatibû destpêkirin. Operasyon bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî bi tevlîbûna pênc hezar şervanan hatibû destpêkirin, li bajarê Holê û kampê lêgerînên berfireh û kontrol hatibûn kirin.
HEWLDANÊN DAÎŞ'Ê YÊN JINÛVE BIRÊXISTINKIRINÊ HATIN ASTENGKIRIN
Dihata zanîn ku li kampa Holê nêzî 40 hezar kes hene û navendeke ku piraniya şêniyên wê malbatên DAÎŞ'î ne. DAÎŞ'ê hewl da li nava kampê û derveyî wê xwe bi rêxistin bike; rêxistiniyên weke 'Jinên Hesbê' û 'Eşbal El Xilafa' jinûve birêxistin bike. Lê belê operasyonên bi biryar ên hêzên ewlekariyê ev hewldan têk birin. Di dema operasyonê de eşkere bû ku hovîtiya DAÎŞ'ê li nava kampê dewam kiriye; jinek bi êşkenceyê hate xistin û cihê cenazeyê wê jî bi mikurhatinên terorîstên din ên jin, hate tespîtkirin.
ENCAMÊN OPERASYONÊ
Di çarçoveya operasyonê de 79 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin û 17 jinên tevlî kar û kiryarên êşkence û terorîstiyê bûn hatin lêpirsîn. Bombe, cebilxane, gelek çek, sembolên DAÎŞ'ê, al, û cîhazên elektrîkê yên ragihandinê yên şaneyên rêxistinê hatin bidestxistin. Her wiha li Hol, Til Hemîs, Til Koçer û rojhilatê Hesekê zêdeyî 60 deverên ku terorîstan xwe lê vedişartin hatin îmhakirin.
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK OPERASYON TALOQ KIRIBÛN
Operasyon ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê gelek caran hatibû taloqkirin. Li gel vê yekê jî hêzên ewlekariyê bi profesyoneliyeke bilind bi hevkariya gel operasyon bi serketî temam kirin, hewldanên DAÎŞ'ê yên ji bo têkbirina ewlekariyê bi xurtî têk birin. Operasyonê ewlekariya li kampê û derdora wê xurt kir û bandoreke erênî li jiyana gel kir. Her wiha derbeke giran li karên tundiyê û hovîtiya DAÎŞ'ê xistibû. Hêzên Ewlekariyê ragihandibûn ku kamp bi temamî hatiye paqijkirin û bi taybetî rêxistiniya li beşa 'Muhacirat' ji holê hatiye rakirin.
LI KAMPA HOLÊ OERASYONEKE NÛ YA EWLEKARIYÊ YA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin di 18'ê Nîsana 2025'an de li Kampa Holê ragihandin ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke nû ya ewlekariyê kirine. Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate ragihandin ku bûyerên dawî yên siyasî û leşkerî yên li herêmê liv û tevgera DAÎŞ'ê zêde kirine. Hate ragihandin ku çeteyên sûdê ji tevlîheviyê werdigirin, hewl didin li Kampa Holê mirovan birevînin û karê birêxistinkirinê bikin. Kampa ku bi hezaran malbatên DAÎŞ'î lê ne weke navenda gengaz a gefên paşerojê tê dîtin, di heman demê de birîna alîkariya navneteweyî jî krîza mirovî û bêaramiya li herêmê zêde kir. DAÎŞ hewl dide zarokên li kampê bi îdeolojiya xwe ya radîkal perwerde bike û êrîşê dibe ser navendên alîkariyên mirovî. Operasyon li hemberî gefên ku ji aliyê hêzên ewlekariya hundirîn ve hatin tespîtkirin weke gaveke astengkirinê hate destpêkirin. Armanc astengkirina êrîşên DAÎŞ'ê yên gengaz ên li hundir û derveyî kampê û rawestandina rêxistiniya çeteyan bû. Hate ragihandin ku oprasyona ku li gorî pîvanên mirovî û leşkerî tê meşandin, bi armanca rakirina gefên terorê yên navneteweyî û parastina aramiya herêmê ye.
DI NAVA 2 ROJAN DE ÇI BÛ?
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate dayin, li kampê û derdora wê di lêgerînê de 16 çeteyên DAÎŞ'ê li gel 3 kalaşnîkov, 2 debance û gelek fîşekan hatin bidestxistin. OPerasyon dewam dike.