Li Kampa Berxwedanê ji bo 4 şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê şervanên QSD’ê, YPG’ê û gerîlayên HPG’ê yên di dîrokên cuda şehîd bûnî bibîr anî.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li qada sereke ya Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê kom bûn û tev li merasîma eşkerekirina nasnameya 4 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (HPG) bûn.

Di merasîmê de nasnemeya şehîdan hatin eşkerekirin; gerîlayên HPG'ê Xalid Sîdo (Zîbar Gebar) di sala 2021'an de li herêma Zapê û Mistefa Bekrî (Cîger Efrîn) ku li çiyayên Qendîlê şehîd bûne. Şervanê YPG'ê Ocalan Seîd (Şoreş Kobanê) di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdem li Efrîn de di 20.02.2018'an şehîd bûye, şervanê QSD'ê Mihemed Hesen (Xemgîn Bilbilê) ku di 01.02.2022'an de li Hesekê şehîd bûye.

Endama rêveber Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata 4 şehîdan re xwest û piştrast kir ku şehîdan rêya azadiyê vekir û tevahî siyaset û planên li dijî gelê kurd li çar perçeyên Kurdistan têne meşandin, têk birin.

Xedîce Îbo destnîşan kir ku komployê navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta piştî dîlgirtina wî berdewam e. Her wiha diyar kir ku sûcên li herêmê bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk tên, berdewamiya komploya navneteweyî ye.

Xedîce Îbo diyar kir ku bi nêzîkbûna salvegera 23'iyan a dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û salvegera 4`an a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîn, dagirkeriya Tirk û hin aliyên pê re hevakar in hewl dan ku ji nû ve komployê pêk bînin da ku projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye têk bibin.

Xedîce Îbo di dawiya axaftina xwe teqez kir ku şêniyên Efrîn û malbatên Şehîdan dê rêya şehîdan bişopînin heta ku armancên wan a Sûriyeyeke azad pêk were.

Paşê endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Şêx Qenber axivî û komployê navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî şermezar kir.

Şêx Qenber da zanîn ku berxwedana wan li Şehbayê di malên nîv rûxandî û kampan de, ji bo dewletên komploger peyameke ku berxwedan berdewam e. Şêx Qenber bang li şêniyan kir ku berxwedan û têkoşîna li hember planên dagirkeriyê mezin bikin û tecrîda li ser rêber bişkînin.

Di dawiya merasîmê de endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrîn (KPC-D) Mihemed Ebdî û Bêrîvan Cafer wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî Malbatên wan kirin.