Li Iraqê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: 8 çete hatin kuştin

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Iraqê ragihand ku bi êrişên hewayî 8 DAÎŞ'î hatine kuştin.

Êrişên li ser çeteyên DAÎŞ'ê demên dawî zêde bûn. Berdevkê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Iraqê Yahya Resûl diyar kir ku li rojavayê Selahaddînê di sê êrişên hewayî de 8 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.

Liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê ya li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dewam dike.