Li Idlibê şer giran bû

Li Idlibê ku dewleta Tirk a dagirker çek, cebilxane û leşkerên xwe lê zêde kiriye, li dijî baregeha Taftanazê êrişeke hewayî hate kirin. Tê gotin ku ji ber êrişê hin kes mirine û birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete serê vê sibehê li rojhilatê Idlibê û Helebê dest bi êrişeke berfireh kirin. Piştî êrişê ku dewleta Tirk bi obus, tank û çekên giran piştgiriya wê kir, li herêmê şerekî dijwar rû da.

Hate ragihandin ku bi giranbûna şer re balafirên şer ên artêşên Rûs û Sûriyeyê bombe li baregeha leşkerî ya Taftanazê ya li başûrê rojhilat ê Idlibê barandin. Li gorî agahiyan ji ber bombardûmanê gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk mirine.

Artêşa Tirk ku ji destpêka meha Sibatê ve herî kêm bi 1480 wesayitên leşkerî sewqiyat li Idlibê kir, beşeke girîng a vê hêzê li baregeha hewayî ya Taftanazê bi cih kiribû.

Li aliyê din, hatibû ragihandin ku artêşa Tirk ji bo çeteyan ji operasyonên Rûsya û rejîmê biparêze, unîformayên artêşa Tirk li wan kiribû.

Li herêmê bi çekên giran şer dewam dike. Balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê êrişî bakur rojavayê Helebê û başûrê rojhilat ê Idlibê dikin.

Tê payin ku rayedarên Rûs û Tİrk îro li ser Idlibê cara duyemîn li Enqereyê hevdîtinan bikin.