Li Idlibê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya artêşa Tirk, li Idlibê 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Wezareta Parastina Mîllî ya Tirk, ragihand ku di êrîşên rejîma Sûriye û Rûsya ya li ser Idlibê de 5 leşkerên wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Muşîdariya Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Wezareta Parastina Mîllî ya Tirkiyeyê ve hate dayîn ev agahî hatin parvekirin: “10’ê Sibatê di encama topbarana dijwar de” 5 leşkerên wan hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di saetên sibehê de li dijî rojhilatê Idlibû  Helebê êrîşekî berfireh dabûn destpêkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, bi dijwarbûna êrîşan re balafirên şer ên girêdayî Rûsya û Sûriyeyê navenda hewayî ya Talftanaz a dikeve başûrê rojhilatê Idlibê ku artêşa Tirk û çeteyên wê lê bi cih bûne, kiriye hgedef.

Tê payîn ku bi rojeva Idlbiê îro di navbera rayedarên Rûs û Tirkiyeyê de hevdîtina duyemîn li Enqerê bê kirin.