Li Idlibê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Idlibê 2 leşkerê Tirk hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirova a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna mayînê ya li ser rêya Bînş-Idlibê ya dikeve bakurê Idlibê de, 2 leşkerên Tirk mirine.

SOHR ragihand ku koma bi navê ‘Ensar Ebûbekir Siddik Seriyyesî’ êrîş li xwe girtiye.

Wezareta Parastinê ya Tirk jî anî ziman ku yên mirine çawîşê pispor ê bejahî Mucahîd Sinirtepe û Remezan Demîr e.