Li Holê operasyona li dijî DAÎŞ'ê bi dawî bû: 20 kes hatin girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku opreasyona li kampa Holê di roja şeşemîn de bi serketî qediya ye û di encamê de 20 çeteyên DAÎŞ'ê û hevkarên wan hatine girtin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li kampa Holê daxuyaniyeke nivîskî da.

Fermandariyê da zanîn ku operasyon bi destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di hundirê kampa Holê pêk hatiye û îro bi dawî bûye. Operasyonê di 18’ê Nîsanê dest pê kiribû û 6 rojan dewam kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Armanca operasyonê jihevxistina şaneyên razayî û xurtkirina ewlehiyê li hundir û derdora kampê bû. Li ser vê bingehê, operasyonên paqijkirinê û serdegirtinên armanckirî li gelek beşên kampê hatin kirin, her wiha operasyonên taybet li derveyî wê jî hatin kirin.”

Têkildarî encamên operasyonê jî ev agahî hatin parvekirin: “20 endamên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin.

Di konekî de 3 çekên kalaşnîkov, demançek û gelek şarjor, cebilxane û alavên leşkerî yên di nava kon de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.

Hewldaneke reva komî ya ku ji aliyê şaneyeke li hundirê kampê û şaneyeke din a li derveyî kampê ve hatibû koordînekirin, hat astengkirin û hemû endamên şaneyê hatin girtin.

Her wiha operasyoneke taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, şaneyeke DAIŞ’ê ku hevrêzî li gel şaneyên din dikir ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî, kir armanc.

Ev operasyon serkeftina hêzên me di pêkanîna derbeke nû li şaneyên terorîst ên ku hewl didin rewşa mirovî ya di hundirê kampê de ji bo pêkanîna planên xwe yên teroristî bi kar bînin, piştrast dike. Her wiha tekezî li ser pabendbûna me ya tam ji bo şopandina terorê û zuhakirina jêderên wê li ku derê dibe bila bibe, dike.”

Her wiha di daxuyaniyê de bangek jî hate kirin û hate gotin: “Di vê çarçoveyê de em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên der barê mijara kampa Holê de bigirin ser milê xwe. Her wiha ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li vir girtî bi cidiyet bixebite û piştgiriya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike da ku bi awayekî bi bandor û ewle vê dosyaya dijwar bi rê ve bibe.

Her wiha em tekezî li ser berdewamiya operasyonên ewlekariyê yên pêşwext li hemû deverên ku rastî metirsiyên ewlehiyê tên, dikin û em piştrast dikin ku dê tu cihek ewle ji terorîstan û piştgirên wê re nemîne.”

Di dawiya daxuyaiyê de hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bidomînin û li ser tevger û çalakiyên biguman hêzên me agahdar bikin, ji ber ku ewlekariya civaka me berpirsyariyeke kollektîf e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye.”