Li Hesekê wesayitek teqiya
Li Hesekê li qada ewlekariyê ya di bin kontrola hêzên Şamê de ye, li wesayitekê teqînê rû da.
Li Hesekê li qada ewlekariyê ya di bin kontrola hêzên Şamê de ye, li wesayitekê teqînê rû da.
Li gorî agahiyan, teqîn li Xaçerêya Ewlekariyê ya di bin kontrola hêzên Şamê de ye pêk hat. Ajokarê wesayitê Ebû heyder birîndar bû û rakirin nexweşxaneya li nêzî Xaçerêya Ewlekariyê.
Hêzên hikumeta Şamê cihê bûyerê dorpêç kirin. Têkildarî teqînê agahiyên befireh bi dest neketin.