Li Hesekê 11 şehîd hatin veşartin

Cenazeyên 11 şervanên ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bibûn li Hesekê bi merasîmê bi heybet hatin veşartin.

Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Xesan Newaf Inêzî, Eymen Nasir El-Herîs, Mehmûd Sêfedîn Hemadê, Dawûd Silêman Dawûd, Hisên Xidir El-Ferox, Ehmed Newaf El-Mecûn, Hemîd Tewfîq Dawî, Mihemed Hemed El-Hesen, Mihemed Îbrahîm Semio, Xidir Hisên El-Salih û Ebdurezaq Îsa Ibêd ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bibûn, bi karwananeke mezin ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana şehîd Dijwar ve ketin rê.

Di merasîma de, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got ew serî li hember malbatên Şehîdan ku ev lehengên ku parastina axa welat dike, ditewînin.

Şiyar Hesekê diyar kir ku gelên herêmê li kêleka Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) sekinîn û rê li ber fitneyan girtin, ji ber ku xwîna Kurdan tevlî xwîna Ereb û Suryanan bû.

Her wiha hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Hesekê, Reqa û Baxozê têk çû.

Berekata got, her çiqas astengî û dijwarî hebin jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranaweste û berdêla wê ya gihandina azadî û demokrasiyê çiqas giran be jî wê bide.

Her wiha destnîşan kir ku di dema êrişa çeteyên DAÎŞ'ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, de Erdogan û çeteyên wî ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî, êrişî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Berekat diyar kir ku kuştina serçeteyê duyemîn ê DAÎŞ'ê Qerdeş li Idlibê; herêma ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, nîşaneya eşkere ya piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji DAÎŞ'ê û çeteyên din re ye.

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Hisên destnîşan kir ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) parastina ax û rûmeta xwe kirin û şehîd bûn, ji ber ku baweriya wan bi doza xwe û ji bo parastina pîroziyên wê hebû şehîd bûn. Fatme Hisên diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidestxistina jiyana hevbeş axa xwe diparêzin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya 11 şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîdan li goristana şehîdan Dijwar a bajêr hatin veşartin.