Li Hesekê şehîdê QSD’ê El Salih veşartin

Şervanê QSD’ê Setam El Salih ê şehîd bûbû, li Hesekê bi merasîmekê veşartin.

Şêniyên Şedadê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şehîd Setam El-Salih (Rihmo) li Goristana Şehîdan a Şedadê ku li navçeya Deşîşa 13’ê Mijdarê ji aliye kes an kesên nenas ve hatibû hedef kirin şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla QSD’ê û gel ve destpê kir. Piştre bi navê Fermandariya Leşkerî ya Şedadê Fermandar Elî Şedadê axivî û îşaret bi QSD’ê kir ku bi hezaran şehîd dane û hê jî di rêya parastina destkeftiyên gelên herêmê û rûmeta wan de, pêşkêş dike. Elî Şedadê piştrast kir ku hevrêyên wan ên şehîd îro şerê dijwartirîn li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên Tir Temir û Eyn Îsayê pêk tînin.

Serokê Desteya Ewqafê ya navçeya Şedadê Ehmed El-Îsa got ew lavayan ji hêzên xwe yên leşkerî re yên serkeftinê li dijî dijmin û şaneyên veşartî yên li herêmê dikin û wiha pêde çû: "Em li kêleka we li dijî dewleta Tirk a dagirker û şaneyên veşartî li herêmên Deşîşa û herêmên dîtir in. Ji ber ku kuştina ciwanên me û birayên me yên leşker û sivîlan dikin armanc. Her wiha aramiya ji malbatên şehîdan re dixwazin."

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehadetê ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayik û silavkirina şehîdan de veşartin.