Li Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê merasîmek hat lidarxistin
Li Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Ebdulrehîm Îbrahîm (Serhed Rojava) ê ku di 27’ê Îlonê de di êrîşa artêşa dagirker ya Tirk de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûye, merasîm hate li darxistin.
Li Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Ebdulrehîm Îbrahîm (Serhed Rojava) ê ku di 27’ê Îlonê de di êrîşa artêşa dagirker ya Tirk de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûye, merasîm hate li darxistin.
Li Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Ebdulrehîm Îbrahîm (Serhed Rojava) ê ku di 27’ê Îlonê de di êrîşa artêşa dagirker ya Tirk de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûye, merasîm hate li darxistin. Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Hesekê li Şehîdgeha Dijwar ya li gundê Dawûdiyê hate li darxistin. Endamên gelek saziyên rêxistinên sivîl tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla Evdulrahîm Îbrahîm û alên PYD’ê hatin rakirin. Mersîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir.
‘JI BO PARASTIN Û RIZGAR KIRINA XAKA KURDISTANÊ’
Di merasîmê de Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê, li ser navê hêzên leşkerî axivî. Şiyar Hesekê anî ziman ku piştî Şehîd Serhed Rojava tevlî nava refên YPG’ê bû, ji bo parastin û rizgarkirina xaka Kurdistanê tevlî nava refên HPG’ê bû û got: “Şehîd Serhed weke hemû şehîdan ew jî tevlî kerwanên şehîdên azadiyê bû.”
‘TÊKOŞÎNA GELÊKÊ YA JI BO AZADIYÊ TU KES NIKARE JI HOLÊ RAKE’
Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Zozan Gulî jî bibîrxist ku artêşa dagirker ya Tirk li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikartîne û wiha got: “Gerîlayên HPG’ê li hemberî hemû êrîşên dijwar yên dewleta dagirker, hêza xwe ji şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin. Dijmin baş dizane ku tu carê berxwedana gerîla bidawî nabe. Tu kes nikare têkoşîna ji bo azadiyê ya gelekê ji holê rake.”