Li Hesekê cenazeyên 8 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 8 şervanên YPG′ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 8 şervanên YPG′ê Fewaz Cewher (Firat Hesekê), Ebdulhemîd Hisên (Egîd Hesekê), Xebat Bişo (Xebat Hesekê), Riyad Îbrahîm (Rênas Hesekê), Mihemed Ehmo (Mihemed), Besam Xelef (Aram Hesekê) û Xazî Ebdullah (Robar Hesekê) ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî bi dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a dikeve gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeye rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid axivî, sersaxî ji malbatîn cangoriyan re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, herêm ji terorê tê rizgarkirin û serkeftin têne bidestxistin.

Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl jî destnîşan kir ku beşdariya hemû gelên herêmê di Pêngava Bagera Cizîrê de, nîşaneya biratiya di navbera wan de ye. Şiyar soza tolhildan û şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke azad da.

Her wiha Endamê TEV-DEM′ê Ezîz Elî jî diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan li Bakurê Sûriyê biratiya gelan tê avakirin û wiha got: ″Hêzên me di pêngava rizgarkirina Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê de serkeftinên mezin bi dest dixin″.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre cenazeyên şehîdan bi tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.