Li Hesekê cenazeyên 3 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn li Şehîdgeha Şedadê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn li Şehîdgeha Şedadê bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û herêma başûrê Hesekê, şervan û fermandarên hêzên leşkerî, şervanê QSD'ê Ferhan Ebdurehman ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Hisên El-Ecim û Xalid Silêman El-Mehel ên di encama bersivdayîna êrişên şaneyên DAÎŞ`ê Deşîşe şehîd bûn, bi merasîmkê li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir.
Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El-Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Şehîdên me ji bo rumet û rizgarkirina xakê her tiştê giran buha feda kir."
Ewde El-Hisên wiha domand: "Em ê ranewestin heta ku her buhestek ji xaka me ya ku hatiye dagirkirin, rizgar bikin. Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê parastina herêmê bikin heta ku armancên şehîdan pêk bînin."
Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ela El-Selûm axivî, îşaret bi lehengî û berdêlên ku şehîd didin kir.
El-Selûm anî ziman ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember zehmetiyên hundirîn û derve hevgirtî bin.
Paşê nasnameya şehadetê yên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê her 3 şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.