Li Hesekê cenazeyên 2 şervanên MLKP'ê bi merasîmekê hatin veşartin

Li bajarê Hesekê yê Rojava, du şervanên MLKP'ê 16'ê Îlonê dema karê xwe dikirin şehîd bûn. Cenazeyên şervanên MLKP'ê bi merasîmekê hatin veşartin.

Şervanên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Umît Tekîn (Metîn Dîcle) û Şenol Sagaltici (Ferhad Erebo) 16'ê Îlonê dema bi wezîfeya xwe radibûn, şehîd ketibûn.

Cenazeyên herdu şervanan li Hesekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin veşartin. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Ji bo herdu şervanan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) merasîmeke leşkerî pêk anîn.

Piştre Ezîze Hisên bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan û hevrêyên wan. Ezîze soz da ku heta pêkanîna aramî û îstiqrarê li herêmê û rizgarkirina hemû herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, wê li şopa şehîdan bin.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî Remedan Hesekê wiha axivî: “Em sersaxiyê didin malbatên her du cangoriyan û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Bi saya fedekariyên şehîdan em êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk dibin. Em ajanên ku alîkariyê didin dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Dîrok wê wan efû neke, wê lenet bike.”

Remedan Hesekê soza dewamkirina rêya şehîdan nû kir.

Endamê Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî jî diyar kir ku wekî birîndarên şer wan soz dane Rêber Ocalan û şehîdên azadiyê ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe, xebat û fedekariyê bidomînin û got: “Wê meşeleya şoreşa me heta bidestxistina azadiyê û pêkanîna armanc û xeyalên şehîd û gelên me, pêketî be.”

Di dawiya merasimê de wesîqeyên her du şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.