Li Hesekê cenazeyê 23 şehîdan hate veşartin

23 şervanên ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên wê cenazeyên 23 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê veşartin.

Cenazeyê van şehîdên şervan hate veşartin: Muhened Hesen Silêman, Ednan Ewda El-Ubeyd, Mihemed El-Ebid, Ehmed Hiwêdî El-Tewîl, Xelîl Mihemed Şêxo, Şukrî Wadî Doman, Ebdulraûf Îd El-Selîm, Elî Hisên El-Elî, Ehmed Casim El-Elî, Îmad Salih, Rêşad Ehmed Yûnis, Feysel Ebdurehman, Ednan Ebas Xilêf, Egîd Mihemed Xelîl, Ehmed Xazî Nasir, Ehmed Salih Silêman, Mihemed Fîras Dexîl, Samî Îbrahîm Yûsif, Ebdullah Xelîl El-Îfên, Xalid Ilêwî, Zehredîn Hesen Ebdo, Cuma Şêxo Beyrem û Ehmed Ayîd Salih.

Girseya gelan cenazeyê şehîdan ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî  ya erebeyan ku bi wêneyên şehîdan, alên hêzên leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD û YPJ'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Paşê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got: "Şehîdên me şehîdên pêngava lehengî ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê û tevahî mirovahiyê canê xwe feda kirin."

El-Mihbaş anî ziman ku dijminên Rêveberiya Xweser fam kirine ku leheng hene ku ji mirinê natirsin û ji bo ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rûmet bijî, canê xwe didin.

El-Mihbaş her wiha got: "Em şehîdên xwe yên leheng vedişêrin û êş û azar dilê me diguvêşe. Lê di heman demê de em bi wan serbilind in û ji wan fêrî lehengiyê bûne. Ji ber ku dikarin planên erzan ên îstîxbarata Tirkiyeyê û hevkarên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin."

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif wiha got: "Em 121 şehîdên ku ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî bijîn, canê xwe dan, vedişêrin.”

Foza Yûsif da zanîn ku van şehîdan bi lehengî rê li ber planeke mezin li dijî mirovahiyê têk birin ku çeteyan dixwestin îradeya gelan têk bibin û çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve zindî bikin.

Foza Yûsif di dawiyê de got: "QSD, Hêzên Parastina Civakî bi hevkariya gelê Hesekê tevahî planên dijberî gel têk birin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Idrîs Selmo jî bal kişand li ser planên dewleta Tirk a dagiker ên li ser herêmê û wiha got: "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de berxwendaneke bê hempa li hemberî hêzên tarî yên dijminên mirovahiyê raber kirin û plan û êriş têk birin. Piştî têkbirina van êrişan Erdogan bê çare ma, ji ber vê yekê em dibînin ku bi balafir, tank û topan êrişî herêmên dike da ku hêza me lawaz bike û rêveberiya me têk bibe."

Selmo da zanîn ku ew hêza xwe ji gelê xwe û hevgirtina pêkhateyan digirin û dê li hemberî tevahî êrişên li ser herêmê li ber xwe bidin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hatin veşartin.