Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de teqînên hemwext çêbûn
Li herêmên Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin gelek teqîn çêbûn.
Li herêmên Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin gelek teqîn çêbûn.
Li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkirîn gelek teqînên hemwext çêbûn. Li nêzî mizgefta Umer û Tel Battal ên bakurê El-Babê, li Bajarokê Gandûra, li pêşiya PTT navenda bajarê Ezaz û li gundê Extarîn teqîn çêbûn.
Hate diyarkirin ku di teqînan de komên çete bûne hedef, gelek kuştî û birîndar hene.