Li Herêma Firatê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Firatê bi coş hate pîrozkirin. Her wiha li navçeya Sirînê ji bo zarokên şehîdan pîrozbahî hat lidarxistin.

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundurîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeykê ve li herêma Firatê bi dirûşmeya “Rojbûna Rêber Ocalan, Vejîna Jiyana Azad” pîrozbahî hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn axivî. Hesûn anî ziman ku roj rojbûna şaristaniya demokratîk e û rojbûna jiyanake nû ye û wiha got: “Em berxwedana Rêberê Gelê Kurd a li zîndana Îmraliyê silav dikin. Rêbertî ji bo avakirina jiyan û civakeke exlaqî û polîtîk bêyî navber têkoşiya û felsefeya xwe pêşkêşî gel kir.”

Endama Asayîşa Jin Nûdem Mustefa Xelîl jî diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojbûna tevahî mirovahiyê ye û anî ziman ku roja 4’ê Nîsanê roja azadiya jinê û serketinê ye.

Piştî axaftinan Rêveberiyên Asayîşê hatin xelatkirin û hunermendên Çand û Hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn derketin ser dîkê.

Her wiha li navçeya Sirînê ya Kobanê jî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve bi boneya 4’ê Nîsanê ji bo zarokên şehîdan pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi pêxistina mûn ji aliyê zarokan ve û bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Sirînê Behiyê El Elî axivî. El Elî bal kişand ser armanca pîrozbahiyê û diyar kir ku wê pîrozbahiyê ji bo şadkirina dilên zarokên şehîdan lidarxistine.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên koma Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Sirînê ve berdewam kir. Pîrozbahî bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.