Li Herêma Firatê ji bo şehîd Ciwan Kobanê û Sîpan Avareş merasîmên girseyî
Li Herêma Firatê şervanê QSD’ê Ciwan Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin û şehîd Sîpan Avareş jî hat bîranîn.
Li Herêma Firatê şervanê QSD’ê Ciwan Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin û şehîd Sîpan Avareş jî hat bîranîn.
Bi sedan şêniyên Herêma Firatê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ciwan Kobanê (Akîf Ehmed) hatin cem hev û bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. Her wiha ji bo gerîlayê HPG’ê Sîpan Avareş (Xeyrî Heyder) ku di 15’ê Sibata 2012’yan de li Garê şehîd bûbû jî merasîma bîranînê hat lidar xistin. Di merasîmê de bênavber dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cengoriyên azadiyê destpê kir de Hevseroka TEV-DEM’ê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Ehemd axivî û got, “Em tevgereke şehîdan in. Gelê Kurd 50 sal e bênavber têdikoşe û xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Ji dîrokê heta roja îro, tevahî neteweyên ku bi ser ketine bi saya şehîdan azad bûne. Gelê me jî ji bo ku bi rûmeta xwe bijîn, bi hezaran berdêl dan."
Ehmed, berxwedana li Îmraliyê û zindanan jî bibîr xist û ev tişt got, “Dewleta Tirk dibêje ku ‘em wan dikin zîndanan û wan diqedînin’. Lê ew zîndan cihê berxwedaniya Mazlûm û Heqiyane. Rêberê Apo jî zîndana Îmraliyê kir dibistana azadiya netewa Kurd."
Ji Fermandarê Meclîsa Minbicê a Leşkerî Mihemed Cedir, jî diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîd derkevin û got, "Şehîdên me ji bo parastina yekîtiya gelan û azadiya hemû neteweyên bindest, canê xwe feda dikin. Bêy teredût li ber xwe dan. Vaye ji her neteweyê lehengên ku ji bo avakirian civakeke azad canê xwe feda dikin hene.”
Bavê Şehîd Sîpan Avareş Mihemd Heyder, jî got, “Em ê heta dawiyê xwedî li xeta şehîdên xwe derkevin. Sîpan ji bo azadiya hemû civakan, li hemberî faşîzmê li ber xwe da. Em jî soz didin ku heta dawî xwedî li xeyalên Sîpan derkevin.”
Di dawiyê de wesîqê şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.