Li herêma Şehbayê perwerde bênavber dewam dike

Henaa Kalo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybetî yên li ser navçeya Til Rifatê û destnîşan kir ku ew û xwendekarên wan van êrişan ji xwe re dikin hêz û hîn bi biryardarî li ser xwendinê radiwestin.

Şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koçî herêma Şehbayê bikin, berxwedana xwe bi her awayî dewam dikin. Yek ji qadên berxwedanê jî perwerde ye, ku li gel êriş û ambargoyê jî bênavber dewam dike.

Endama Desteya Rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Henaa Kalo li ser rewşa perwerdeyê ya li herêmê axivî.

Henaa Kalo bal kişand ser dorpêçiya rejîmê ku nahêle amûrên perwerdeyê bigihêjin herêmê û diyar kir ku li gel vê yekê jî xwendekarên wan li kampan, li malan xwendiya xwe dewam dikin.

Henaa Kalo anî ziman ku li gel metirsiya vîrûsa koronayê û şert û mercên giran ên zivistanê, ew li aliyekî parastina xwendekarên xwe dikin, li aliyê din jî hewl didin perwerdeya xwe bênavber dewam bikin.

Henaa Kalo ragihand ku li herêma Şehbayê niha nêzî 16 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin û li gel şert û mercên penaberiyê bi dilsoziya bi perwerdeya zimanê dayikê, perwerde dibin.