Li hemû cîhanê tundiya li ser jinê zêdetir bûye

Seroka Konseya Jinan Cîhan Xidro: Şer, kaso, krîzên aborî dîsa li jin û zarokan daye.

Seroka Konseya Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro têkilî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê axivî û diyar kir ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê tundiya li ser jinê zêdetir bûye.

Xidro diyar kir ji ragihandina 25’ê Mijdarê û wir ve ku sala 1999’an ji hêla NY’yê ve hatiye ragihandin tundiya li ser jinê kêm nebûye, xasma jî van çend salên dawî ji ber sedema şer û kaosê li Rojhilata Navîn tundiya li ser jinê zêdetir bûye û vê tesîra xwe herî zêdde li Sûriyê kiriye. Xidro got, ‘’Bi giranbûna krîza Sûriyê re tundiya li ser jin û zarokan zêdetir bûye. Lê nabe ku em vê tenê bi Rojhilata Navîn ve sînodar bikin. Li hemû welatên cihanê jî tundiya li ser jinê zêde bûye. Xasma jî bi vîrûsa koronayê re, problem aborî û ji bo ku mirov zêdetir li malê bi hev re man tundiya nav malê pir zêdetir bûye. Vê rewşê jî herî zêde tesîra li ser jin û zarokan kiriye.’’

Xidro diyar kir ji ber şerê li Sûriyê û êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser herêma wan gelek mirov bêgavmane ku koç bikin, bi vê re problemên giran ên aborî çêbûne û ev jî bûye sedema zêdebûna tundiya navmalî.

Xidro bal kişande ser ambargoya aborî ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ev herî pir tesîrê li ser jin û zarokan dike û got ji ber şerê li Sûriyê bi sed hezarna mirov bêgav mane ku koç bikin. Xidro got,’’Ev hemû bi xwe re destengiya aborî tînin û zorê li civakê dikin. Tesîra van hemû tiştan têsîreke negetafî e û mixabin dibe sedema tundiya navmalî.’’

Xidro bi berdewamî got li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin tundiya li ser jinê her roj tê kirin û got, ‘’Li wan herêman ku dewleta Tirk dagir kiriye rojane tundî li jinan tê kirin û nêzîkatiyên dîtir jî hene. Polîtîkaya êşkence, revandin, tecawiz û kuştinê heye. Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye ji kesên ku têne revandin 30 ji 100’ê wan jin in. Tenê li Erînê heta niha tundî li 200 jinî  hatiye kirin. Ji van bi dehan jê hatine revandin û bi sedan jê birîndar bûne. Ev ên ku me diyar kirin 30 ji sedî yên kirinên dewleta Tirk nakin. Êşkence li jinên ku hatine qetilkirin dikin. Siyasetmedar Hefrîn Xelef tenê mînak ji vê ye. Hedefa sereke ya dewleta Tirk li van deran guherandina demografiye ye, li nav civakê hişmendiya faşîzmê geş bike û nexasim jî li Bakur-Rohilatê Sûriyê hişmendiya DAÎŞ’ê dîsa zindî bike. Tiştên ku dewleta Tirk li van deran dike li derî hiqûqa navnetewî ye. Li dijî mafê mirovan e. Li dijî xala çaran a Peymana Cenewreyê ye. Ev xal dibêje divê jin ji her cure tundiyê bêne parastin lê dewleta Tirk vê tine dihesibîne.  Ji vî alî ve jinên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dijîn divê ji bo azadiya jinan û dijî tundiya li ser jinê têbikşoin. Her wiha saziyên mafê mirovan ên navnetewî û xasma jî saziyên jina ndivê li dijî van kirinên dewleta Tirk xwedî helwest bin.’’