Li hemberî êrîşên dagirkeriyê ji 28 partiyan daxuyaniya hevpar

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28 partiyên siyasî û rêxistineke jinan li hemberî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniya hevpar da û li hemberî êrîşan banga avakirina platformeke hevpar kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28 partiyên siyasî û rêxistineke jinan li hemberî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniya hevpar da. Partî û rêxistinan di daxuyaniyê de li hemberî êrîşan banga avakirina platformeke hevpar kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “ Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê têk bibe, komkujiyên osmaniyan li dijî gelên herêmê dubare bike û mîrasa dewleta osmanî vejîne. Ji bo wê hewl dide şerê navxweyî di navbera Kurdan de derxîne.”

Li ser wê partiyan bang li hêz û tevgerên Kurdî kir ku li ser rêgez û nirxên diyar li hev bikin da ku di vê pêvajoyê de mafên gelê Kurd û gelên herêmê mîsoger bikin.

Partiyan di daxuyaniyê de ev daxwaz bilêv kirin:

"*Hevkarî bi hêzên dewleta Tirk re neyê kirin ku êrÎşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Her wiha kiryarên ku operasyonên dewleta tirk ên dijminane hêsan dikin, neyên kirin.

*Platformeke koordîneyê ya hevbeş di navbera hêz û partiyên Kurdî de bê avakirin da ku li hemberî dagirkeriya Tirk helwesteke hevpar nîşan bidin û bikevin tevgerê.

*Xebat ji bo avakirina komîteyeke siyasî û dîplomatîk a hevbeş bê meşandin da ku dewleta Tirk li pêşberî raya giştî bê teşhîrkirin.

*Hemû hevakên sîstemên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî hêz û partiyên Kurd kar dikin, bên krîmînalîzekirin û şermezarkirin.

*Çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkên di navbera hêz û partiyên Kurdî de bi rêya diyaloga navxweyî.

Pêkanîna bendên li jor, emanet e têkoşînê ye, divê hemû hêz û partiyên Kurdî pêk bînin da ku bidestxistina mafên gelê Kurd yên rewa mîsoger bikin."

Partî û hêzên tevlÎ daxuyaniyê bûne ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Kumînîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê.