Li Helebê ji bo Ocalan bi hezaran îmze hatin komkirin

Li Sûriyeyê li bajarê Helebê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran îmze hatin komkirin.

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Şêxmeqsûd hemleya komkirina îmzeyan di 25`ê Mijdarê de ji bo diyarkirina rewşa tenduristî ya Ocalan dest pê kiribû. PYD`ê îro bi daxuyaniyekê hemleya xwe bi dawî kir û got ku wan 9 hezar û 800 îmze ji bo Ocalan kom kirine.

Daxuyanî li pêşiya Navenda PYD`ê ya Şêxmeqsûd û bi amadebûna endamên partiyê, ji aliyê Endama Rêveber Narîn Mûsa hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev kampanya li taxên Şêx Mexsûd, Eşrefiye û Benî Zedê hatiye kirin.

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em wek partî bang li rêxistinên navneteweyî, mafnasî, saziyên çapemeniya azad û civaka navneteweyî dikin, berpirsyaretiyên xwe bi awayekî zelal li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan nîşan bidin da ku zextê li ser hikûmeta Tirkiye û dewletên din kevneperest bike yên ku hevkarên komploya li ser Rêber Ocalan in.”