Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan komxebatek hat lidarxistin

Bi dirûşmeya 'Îdeolojî û felesefeya Rêber Apo modela çareseriya demokratîk e' li Helebê komxebatek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat li darixistin.

Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Ocalan û Desteya Parastina Rêber Apo bi dirûşmeya 'Îdeolojî û felesefeya rêber Apo modela çareseriya demokratîk e' li bajarê Helebê komxebatek li darxistin.

Dalegeyên komxebatê ji hemû sazî û rêxistinên hiqûqî yên ji Heleb û Şehbayê pêk tên.

endamê Saziya Olî ya Helebê Omar El- Şamî da zanîn ku projeya Neteweya Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, tekane rêya xelasiyê ya ji kaosa Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir; “Piştî rûdana kirîza Sûriyê me projeya Neteweya Demokratîk jiyan kir, me dît ku hemû pêkhate jî bi heman awayî mafê xwe disîtinin. Weke tê zanîn jî ev proje ji aliyê Fîlozof Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin. Ji ber ku Abdullah Ocalan banga maf kir û banga yekîtiya gelan û hezkirinê kir, niha ji aliyên dewletên faşîst ve dîl hatiye girtin. Li hemberî vê yekê gelo saziyên mafên mirovan li kuderê ne.”

Yek ji pêkhateyên Ereb ên Helebê Merî El-Şiblî jî anî ziman ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadiya gelên bindest e û got, “Dema ku min yekem car fikir û felsefeya Rêber Apo xwend û naskir, min fêm kir ku encax bi fikra fîlozof Abdullah Ocalan dikare çareserî li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê were pêkanîn. Weke tê zanîn jî saziyên istixbaratî ya piraniya welatên hegemonîk hevkar bûn ku Rêber Ocalan dîl bigirin, ji ber ku heya niha ji tecrîda li ser Ocalan re bêdeng in. Ji bo wê em ê bi yek destî Rêber Ocalan azad bikin û sîstema hegemon a ku vîna gelan binpê dike, birûxînin.”

Her wiha di komxebatê de derbarê mekanîzmayek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hate kirin. Weke din bi rêya înternetê endamê KNK'ê û yek ji mamosteyên Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî, Parêzer û Hevseroka Komeleya Hiqûqî ya Azadiya Mirov li Elmanyayê Omer Guneş, Aktîvîsta Filistînî Zêd Eyûbî, endamê HDP'ê yê li Ewropayê Fayiq Yagazî, Çalakvan û Siyasetmedar Îbrahîm Kapan, her wiha Seroka Kombûyîna Jîn Buşra Elî tevlê komxebatê bûn.

Çalakvanan di dawiyê de diyar kirin ku wê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî bê kirin ku lêkolîneke lezgîn ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Her wiha hat gotin ji bo derxistina PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê li ser asta herêmî û cîhanî çalakî bên li darixistin.