Li Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşek hat lidarxistin

Di çarçoveya pêngava ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, li Helebê meşek hat lidarxistin.

Meclisa Jinan a Meclisa malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberç Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di pêngava cîhanê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, meşek li dar xist. 

Şêniyên taxên Şêmxeqsûd û Eşrefiye beşdarî meşê bûn. Destpêkê li pêşiya salona 8’ê Adarê ya civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û ber bi Qada Şehîdan a li rojhilatê taxê ve meşiyan.

Meş li qadê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa axivî û got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were mezinkirin.

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Ehmed jî wiha got: “Em soz didin ku li ser şopa şehîdan têkoşînê mezin bikin heta ku armancên wan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî bi dest bixin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rêber Apo” bi dawî bû.