Li Helebê bi hezaran kes ji bo şehîdan meşiyan

Li Helebê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan bi hezaran kes meşiyan û gotin: “Li hemberî êrîşên dagirkeriyê em ê bi hêza gerîlayên azadiyê û yekitiya gelan hemû êrîşan têk bibin.“

Li Helebê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan bi hezaran kes meşiyan. Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê beşdarî meşê bûn. Meş ji hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê destpê kir û heta qada Şehîd Gelhat berdewam kir. Di meşê de wêneyên şehîdan û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Piştî meşê ji bo giyanê şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Li vir endamê Federasyona Birîndaran Mistefa Mihemed axivî û şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got:  "Şehîd Hakî Karer roleke sereke di avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de list. Em li ser xeta wî û xeta şehîdên tevgerê dimeşin."

Piştre endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên parastina gelên bindest ditewînin.  Li beramberî lehengiya wan ziman lawaz dibe.  Şehîd di dilê me de ne."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.