Li Heleb û Idlibê 3 leşkerên Şamê hatin kuştin

Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Heleb û Idlibê êriş birin ser hêzên Hikûmeta Şamê û 3 leşkerên Şamê hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr el Şamê li eniya Mîznazê ku li rojavayê Helebê ye, li dijî hêzên Hikûmeta Şamê êrîşek pêk anîne. Hate destnîşankirin ku di êrîşê de leşkerekî Şamê hatiye kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  ragihand ku çeteyên Ceyş el Nasir ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 11’ê Çileyê roja Pêncşemê li eniya Fîtera ya Çiyayê Zawiye ku li başûrê Idlibê ye êrîş birin ser hêzên Hikûmeta Şamê. Li gorî SOHR’ê di vê êrîşê de 2 leşkerên Şamê hatine kuştin.