Li gundê Cerse Şerqî şer giran e; 95 çete hatin kuştin

Li Gundê Cerse Şerqî ji sibê ve di navbera şervanan QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê ve bi giranî rûdidin û çete derbên giran li ser hev diwin. Di şer de heta niha 95 çete hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 99’an de bi hemû serkeftinê xwe dewam dike.

Her ku çeteyên DAIŞ’ê tengav dibin, êrîşî deverên ku hatine rizgarkirin dikin.

Îro sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrîş bire ser gundê Cerse Şerqî ya ku duh hatibû rizgarkirin, kirin. Şervanên QSD’ê jî bersiva êrîşan da û heta niha şer di navbera DAIŞ’ê û şervanan de bi dijwarî dewam dike.

Di şer de heta niha 95 çete hatin kuştin, wesayîteke bombebarkirî hate rûxandin. Her wiha gelek cenazeyên çete û alavên leşkerî ketin destê şervanan.

Her wiha di şer de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.