Li Girkê Legê şehîd hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê li navçeya Rimêlan ji bo 64 şervanên şehîd merasîmeke bîranînê lidar xist.

Merasîm li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişloyê li dar ket. Malbatên şehîdan û endamên saziyên navçeyê û şênî tevlê bîranînê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Tacedîn Hisên axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan a berxwedan û têkoşînê da.

Paşê sînevizyonek li ser jiyan û têkoşîna 64 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPG û YPJ’ê hat nîşandan. Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin.