Li Girê Spî cenazeyê du şervanên YPG’ê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanên YPG′ê Ebdulnafi Xelef û Ebdulselam Şihadê Elî yên ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîda Mihemûd Tumê hatin veşartin.

Bi sedan Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên şervanên YPG′ê Ebdulnafi Xelef û Ebdulselam Şihadê Elî ji nexweşxaneya Wetenî ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Mihmûd Tumê ve ketin rê.

Di merasîmê de Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Girê Spî Zelîxe Ebdî û Hemdan El-Ebid, Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstefa û Celal Eyaf, Endama rêveberiya Kongreya Star Peyman Cûdî, Endamê rêveberiya TEV-DEM′ê Selahedîn Firat û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin şervanan destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Celal Eyaf, Endamê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah û Endama Kongreya Star Rîhan Hesen, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwesti û diyar kirin ku hemû siyaset û komployên dijmin bi saya hevgirtina gelên Bakurê Sûriyeyê têk çûn. Her wiha soza domandina têkoşînê hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şervanan bi dirûşman û tilîliyan ve hatin veşartin.