Li Girê Spî cenazeyê 6 şervanan hate veşartin, li Hesekê jî merasîma 3 şervanan

Li Hesekê 3 û li Girê Spî jî 6 cenazeyên şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekî heybet ve hatin veşartin.

LI GIRÊ SPÎ CENZEYÊ 6 ŞERVANAN HATIN VEŞARTIN

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazayên şervanên QSD‘ê Emar Abdullah El-Xidir, Kara, Hisên Elî, Fadî Ehmed El-Xidir, Ebû Elî û Îbrahîm Xelîl El-Şêx ên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Şehîd Mehmûd Tiumê ya gundê Tenhoza veşartin.

Girseya welatiyan ji bo oxirkirina cenazeyên şehîdn li Çerxereya El-Elem a rojavayê bajêr kom bûn, li hêviya ku cenaze ji nexweşxaneya El-Wetenî ya bajêr bêne derxistin.

Dema ku cenaze ji nexweşxaneyê hat wergirin, bi kerwanekî wesayîtan ber bi Gundê Tenhoza ve ketin rê.

Li wir merasîmek hat lidarixistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Zuleyxa Ebdî û Hemdan El-Ebd, Rêvberê TEV-DEM‘ê Selahedîn Firat û bi sedan şêniyên herêmên amade bûn.

Di merasîmê de Hemdan El-Ebid, Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd El-Abdullah, Endama Kongreya Star Hêvîn Mihemed, Endamê TEV-DEM‘ê Kedîm Ibrahîm û fermandarê Lîwan El-Tehrîr Ebdulrehman axivîn.

Di axaftinan de rola têkoşeran a di parastina herêmê de vegotin û şehîdan meha Gulanê hatin bi bîranîn.

Axaftivanan siyastên partiya AKP‘ê û dagirkeriya xaka Bakurê Sûriyê şermezar kirin û tekez kirin ku wê pêkhateyên herêmên li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemîne.

Piştî axaftinan endamê TEV-DEM‘ê Sebrî Nebo nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir, malbatên şehîdan jî, soza domandina xeta şehîdan dan.

Welatiyan cenazeyên her 6 şehîdan li ser mile xwe kirin û di nava dirûşmeyan de veşartin.

JI BO CENAZEYÊ 3 ŞERVANAN BÊN VEŞARTIN BER BI WARÊ WAN VE HATIN BIRÊKIRIN

Pêkhateyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên QSD‘ê Muhemed Esaf (Ciwan), Elî Wehîd (Xal) û Fayiz Xelef (Delîl Ezîz) ên di Pêngava Xezeba Firatê jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi gundê El-Xesaniya yê girêdayî Reqayê bi rê kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo oxirkirina cenazayê her sê şervanan merasîmek li ber avahiya meclîsê lidar xist.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîda Ehmed Esed hemû cangoriyên azadiyê bibîr anî û got: “Şehîd pêşengên me yên ku rêya azadî û têkoşînê ji me re ronî dikin. Bi saya wan yekîtiya me xurt bûye û serkeftinên mezin hatin bidest xistin.”

Ehmed Esed soza şopandina xeta têkoşeran dûbare kir.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Welatiyan cenazayên her sê şehîdan li ser milên heta wesayîtên ku hatibûn xemilandin birin û ji bo li  goristana gundê El-Xesaniya ya girêdayî bajarê Reqayê werin veşartin