Li Filîstînê banga ‘întîfadayeke nû’ hate kirin

Piştî ku Serokê DYA’yê Trûmp qebûl kir ku Quds paytexta Îsraîlê ye, rêveberê Hamasê Îsmaîl Haniye banga ‘întîfadayeke nû’ kir.

Piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp qebûl kir ku Quds paytexta Îsraîlê ye û Balyozxaneya DYA’yê wê ji Tel Avîvê neqlî Qudsê were kirin, vê biryarê bandora xwe li herêmê kir. Rêxistinên Filîstînê li hemberî biryarê nerazîbûnên tund nîşan didin. Filîstiniyan ji bo protestokirina biryarê banga greveke giştî kirin. Di banga hevpar a komên Filîstînê de hat diyarkirin ku ew ê mîtîngên protestoyê werin lidarxistin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Filîstînê rojek destûr da mamosteyan û xwest ku bila xwendekarên dibistana bilind beşdarî xwepêşandanên li Şerîaya Rojava û Gazzeyê bibin.

Beriya biryarê gelek nûnerên Filîstînê û serokên welatan diyar kiribûn ku ev biryar wê bibe sedema ku li Rojhilata Navîn şîddet dîsa zêde bibe.

Piştî daxuyaniya Trûmp Hamasê bang kir. Yek ji serokê Hamasê Îsmaîl Haniye got, “Li hemberî dijminê sîyonîst divê em întîfadayeke nû li dar bixin.”

Întîfada ya ku tê wateya “serhildanê” ya yekemîn li Filîstînê di sala 1987’an de dest pê kir û heta peymana di sala 1993’an de ya li Osloyê domiya. Întîfadaya duyemîn jî di sala 2000’î de dest pê kir û heta sala 2005’an domiya.