Li Ezazê tankerekî bombebarkirî hate teqandin
Li navenda bajarê Ezazê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye tankerekî bombebarkirî hate teqandin.
Li navenda bajarê Ezazê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye tankerekî bombebarkirî hate teqandin.
Hate ragihandin ku teqîn li herêma sotemaniyê pêk hat. Di encama teqîna tankera mazotê de zirara madî gihişte derdor û agahiyên zêdetir bidest neketin.
Roja 3’ê Îlonê jî li Ezazê wesayîteke bombebarkirî hatibû teqandin û herî kêm 8 kes birîndar bûbûn.
Roja 30’ê Tebaxê li navçeya Soran a Ezazê dema derbasbûna wesayita çeteyê bi navê Alî Tamer Şeyh qaşo serokê meclîsa xwecihî ye, teqînek çêbibû. Di teqînê de alîkarê çete Alî Tamer hatibû kuştin.