Li Ezazê li MÎT’ê hate xistin

Li navenda Ezazê li dijî navendeke ya MÎT’ê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de bi kêmanî 2 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî  yên Ezazê hate girtin, li navenda Ezazê li dijî navendeke ya MÎT’ê ya Tirk çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de 2 endamên girêdayî MÎT’ê hatine kuştin.

Hate ragihandin ku di nava kesên hatine kuştin de berpirsê maseya MÎT’ê yê Sûriyeyê Ebû Omer e. Her wiha di çalakiyê de 2 kes jî birîndar bûne.

Têkildarî bê ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin ti daxuyanî nehatine dayîn.