Li Eyn Îsayê mayin teqiya, zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundekî Eyn Îsa yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mayinek ji çeteyên DAÎŞ'ê ma teqiya. Ji ber teqînê zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê Mihemed El-Îsmayîl (13) dema li ber sewalên xwe li nêzî gundê El-Ersî (10 km li rojavayê navçeya Ey Îsa) bû, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê pê ve teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha kurê apê wî Ehmed El-Fehed (12) birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li navçeyê.