Li Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin

Li Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin.

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Kantona Girê Spî li ser banga PYD’ê derketin qadan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Meş heta Çerxerêya Şehîd Cûdî meşiyan, li wir hevserokê PYD`ê yê Kantona Girê Spî Sabrî Nebo axivî û got: "Dewleta Tirk bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, temenê aloziyên li Rojhilata Navîn zêde dike. Ji ber wê, gelê bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer in, dê rêya xilasiyê bigihînin serî, azadî û demokrasiyê pêk bînin."

Nebo bal kişand bi ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku vîn û berxwedana gelên azad, têk bibe, lê belê berxwedana destanî ya ku Tevgera Rizgariyê, gerîla û hêzên parêzvanên gelê herêmê li hember êrîşan nîşan didin, wê dawiya faşîzmî bînin."

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.