Li Eyn Îsa coşa Newrozê
Bi dirûşma "Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê" şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Kantona Girê Spî Newroz pîroz kirin.
Bi dirûşma "Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê" şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Kantona Girê Spî Newroz pîroz kirin.
Li Eyn Îsa bi dirûşma "Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê" agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Ciwanan a Meclîsa kantona Girê Spî ve, bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê û koçberên Girê Spî li parka giştî ya navneda navçeyê, hate lidarxistin.
Di destpêka pîrozbahiyê de dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin, piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa navçeya Girê Spî Sebrî Nebo bixêrhatina hemû beşdaran kir û Cejna Newrozê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Berdevka Malbatên Şehîdan Fîdan Mistefa bal kişand ser fedekariya şehîdan ku bi saya wê herêm û gelê wê di aştî, aramî û azadiyê de dijîn.
Di pîrozbahiyê de Koma Hîlala Zêrîn a Stranan, koma Şehîd Yekta, Koma dibistana Şehîd Îsmaîl El Hemed, du komên foloklora Ereb, hunerên xwe pêşkêş kirin.