Li Efrînê teqîn: Mirî û birîndar hene
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayitek teqiya.
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayitek teqiya.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li taxa Zeydiyê ya Efrînê ku ji sala 2018'an ve dagirkirî ye, wesayiteke çeteyan a di rê de bû teqiya.
Tê gotin, ji ber teqînê mirî û birîndar hene. Hate ragihandin ku wesayit a serçete Ebû Emar bû ku berpirsyarê qaşo 'Meclîsa Xwecihî ya Efrînê' bû. Têkildarî bûyerê agahiyên berfireh bi dest neketin.