Li Efrînê tecrîd û êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li navçeya Meydankê, Şera û Recoyê ya Efrînê bi armanca balê bikişînin ser ewlehî û tenduristya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto bikin çalakî hatin lidarxistin.

RECO

Bi sedan welatiyên Recoyê, li pêşiya Navenda Tenduristiyê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankartên “Daxwaz dikin ku heyetek biçe Îmralî” û “ Em ê sîstema Îmarlî hilweşînin û soza azadiyê didi” hate vekirin.

Maşa ku ji pêşiya Navenda Tenduristiyê destpê kir, heta qada Newrozê dom kir

Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate qîrkirin.

ŞERA Û MEYDANKÊ

Li navçeyên Şera û Meydankê jî bi hezaran kes meşek lidar xistin.

Di meşê de alên YPG’ê, TEV-DEM û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Her wiha pankarta bi nivîsa “Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin” jî hate vekirin.

Bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “ Ji dagirkirina dewleta Tirk re na” hate qîrkirin û her wiha meş li gundê navçeyê dewam kir û heta Gola Meydankê jî domiya.

Piştî meşê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Hesan axivî û tecrîda li ser Ocalan protest kir.

Meş bi qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.