Li Efrînê sûcên mirovayetiyê hate şermezarkirin

Sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê kiribû hate şermezarkirin.

ŞEHBA

Endamên Yekîtiya Jinên Êzidî li qada Navenda Yekîtiya Êzidiyan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û alên Yekîtiyê rakirin.

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinan a Êzidî Meryem Cindo bi zimanê Erebî û Orîvan Menan bi zimanê Kurdî daxuyand xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xala hate kirin:

"Ji destpêka dîrokê ve jinan di avakirina civak û nirxên mirovahiyê de roleke mezin lîstine, lê bi derketina hişmendiya mêrdestî re rola jinan hate çewisandin.

Piştî artêşa Tirk bajarê Efrînê dagir kir, anku ji beriya du sal û nîvan ve, siyaseta qetilkirin, revandin, wêrankirin û guhartina demografiya herêmên şênî lê hene tê meşandin û bi vê yekê Efrînê bû bajarê sîxur û mafyayan, ji ber ne mirov û ne jî kevir ji şerê wan bêpar mane.

Jinên li Efrînê nûnertiya vîna jinên cîhanê dikin, sûcên li dijî wan tê kirin, ji bo mirovahiyê şermek e, li gel vê dewleta Tirk a faşîst li dijî jinên li Şengalê qetilkirin û revandin pêk anî û civaka navneteweyî bê deng ma, lewma ne dûr e ku dewleta Tirk a ku vîna kesên azadîxwaz û demokratîxwaz diçewisîne û wekheviyê red dike, vîna jinan biçewisîne. Ya herî dawiyê jî li dijî Ebru Tîmtîk a parêzera edaletê ku 238 rojan ketiye greva birçîbûnê siyaseta hovane meşand.

Em Yekîtiya Jinan a Êzidî bang li civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, mafnasiyê û rêxistinên mirovî dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Kurdan pêk tîne bisekinin û bi erka xwe ya exlaqî rabin."

BANGA KONGREYA STAR

Bi armanca şermezarkirina sûcên li herêmên dagirkirî li dijî jin û zarokan tê meşandin bi dehan endamên Kongreya Star û endamên saziyên kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Bi navê Koodînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê em sûcên derexlaqî û dermirovî yê ku li dijî jinan û zarokan bi giştî pêk tê şermezar dikin, nexasim di pêvajoya çengên di dîrokê de rû dane û heta roja me ya îro.

Di dema aloziya Sûriyeyê de ku tevahiya Sûriyeyê û herêmên artêşa Tirk ji komên terorîst ên çekdar dagir kirine, tê re derbas dibe, dewleta Tirk siyaseta qirkirina etnîkî dimeşîne û hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Li gel vê yekê bi hemû rêbazan zarokan direvîne û îşkence dike, jinan direvîne û sûcên cinsî li dijî wan pêk tîne. Di heman demê de, li dijî mirovahiyê êrişên hovane pêk tîne, mînaka wê jî bi îdîayên namûsê ku fikira wê xwe dispêre hişmendiya mêrdestiyê jinan qetil dikin û hejmara jinên xwe dikujin zêde dibe.

Em rêxistina jinan bang li tevahiya rêxistinên jinan, mafên mirovan ên li cîhanê, nexasim bang li Rêxistina Parastina Mafên Zarokan UNICEF û civaka navneteweyî dikin, ku bi erka xwe rabin û dawî li van sûcan bînin û parastina nirxên mirovahiyê bikin.”