Li Efrînê sûcê şer ê Enqerê: Kesek bi êşkencê şehîd kirin

Li Efrînê ya ku rejîma Enqerê dagir kiriye û çeteyên wê yên hov, bi êşkencê welatiyê bi navê Şêrht Deyan Oso kirin.

Şêrhat Deyan Oso yê 29 salî û ji gundê Carê yê EBilbilê ye, dema ku Adara 2018'an dewleta Tirk Efrîn dagir kiribû, hatibû revandin.

OSo, yê ku du mehan êsîr hatî gritin, êşkence lê hate kirin. Oso, bi fîdyeyeya bi qasî milyonekê ji hêla çeteyan ve hatibû berdan.

Oso, yê ku piştî hatî berdan li navenda Efrînê dijiya careke dî hate revandin û ew avêtin zindana li Ezazê ya bi kontrola artêşa Tirk û çeteyê nwê.


Oso yê ku êşkenceya giran lê hatî kirin, li ber mirinê hate berdan. Oso yê ku malbatê ew anî Klînîka Avrînê ya Şehbayê, li gel hemû mudahelayan jî nehate xiaskirin. Cenazeyê Oso li Şehbayê hate veşartin.

Her wiha hate gotin çeteyan dest li ser 10 milyon lîreyên Sûriyê yê Oso jî danîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji roja ku Efrîn dagir kirine û heta niha bi rengekî sîstematîk sûcê şer dike û ev ji hêla raporên saziyên navnetewî ve hate çespandin jî.

Herî dawî Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî bal kişandibû ser wê ku li Efrînê sûcê şer hatiye kirin. Di raporê de hatibû gotin gelek kes bi kêfî têne destgîrkirin, mirov têne revandin, fîdye ji wan têne standin, êşkence, tacîz li wan tê kirin, bertîlkirn heye.