Li Efrînê sûcê şer: 26 Êzidî, herî kêm 58 kes hatin revandin

Hêzên Tirk ên dagirker û çeteyên wê ji roja 18’ê Nîsanê ve 26 Êzidî di nav de herî kêm 58 kes revandin. Kesên hatine revandin tên êşkencekirin, ji bo fîdye tên bikaranîn û dest datînin ser malên wan.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji roja ku Efrîn dagirkirî şûnde sûcên şer didomînin. Herî dawî bi dehan kes revandin. Kesên hatine revandin aqûbeta wan ne diyar e. Êşkence û talankirin bi dijwarî didome. Ji 18’ê Nîsanê ve herî kêm 58 kes hatin revandin.

LI QÎTMEYÊ 16 ÊZIDÎ HATIN REVANDIN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li gundê Qîtme yê Êzidiyan a navçeya Şerayê 16 kes hatin revandin û birin mizgefta gund. Navê kesên hatine revandin wiha ne;

Hacî Ehmed Hemo (70), Nebîl Mihemed (48) û hevjîna wî İlham Mihemed (60), His Hisên Îbo (70), Henan Birîm (65), Azad Birîm (35), Hemîd Qasim (39), Ednan Qasim (45), Nîdal Qasim (43) û kurê wî Hemdûş Qasim (15), Fewzî Şemo (55) û her du kurên wî, Eymen Hemade (35), Şêxo Hemade (28) û Sadiq Silêman (34).

BI ZORÊ GIRTIN, ÊŞKENCE, FÎDYE Û TALANKIRIN

Diyar bû çeteyan piştî êşkenceya li Nebîl Mihemed û hevjîna wî Îlham Mihemed kirin, 2 hezar 500 pereyê Sûriyeyê ji wan girt piştre berdan. Lê çeteyan dest danî li ser mala wan.

Li aliYê din aqûbeta Ûmer Ûmer, Xelîl Behrî û Mihemed Bedrî nayê zanîn.

Li gundê Qibare jî çeteyan dest danîn li ser 5 hezar dolar pereyê Fadî Arîf, Îbrahîm Arîf, Henan Arîf, Abdûlrehman Arîf, Alî Arîf û Semîr Arîf.

MÎTÊ MALBATEK REVAND

Roja 25’ê Nîsanê jî MÎT’a Tirk malbata Ednan Hecîko ya Êzidî ku di nava gel de weke malbata ‘Mendo’ tê naskirin revandibûn. Ev êrîş li gundê Qibarê pêk hatibû. Navên kesên hatine revandin wiha ye. Zekiye Hecîko, Rizgan Hecîko, Alan Hecîko. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku piştî Ednan Hecîko piştî hatî revandin êşkenceya giran lê hatiye kirin û piştre hatiye berdan. Tê gotin Hecîko piştî êşkenceyê dîn bûye.

 LI ŞÊRAWA Û BILBILÊ 5 KES HATIN REVANDIN

Roja 25’ê Nîsanê li navçeya Şêrawa ya Efrînê çavkaniyekî diyar kir ku Ehmed Hesen û Mûrad Hesen yên birayên hev yên ji gundê Kîmare hatin revandin û êşkenceyên giran li wan hate kirin.

Li gundê Girzîlê yê Şêrawa jî sivîlên bi navê Mihemed Elo Ûmer (45) û Ebdûlrehman Welo (50) birine cihek ne diyar û li kesên li Gûtayê anîn li malên wan bicih kirine.

Dîsan heman rojê li navçeya Bilbilê jî nûçeyek a revandinê hatibû. Li gundê Qere Gul yê girêdayî Bilbilê Mihemed Brîm hatibû revandin û fîdye hatibû xwestin.

LI BILBILÊ 6 JÊ ÊZIDÎ JÎ DI NAV DE,15 KES HATIN REVANDIN

Roja 22’ê Nisanê dagirkeran li Gundê Qeregul, Xelîlak, Qoşo, Şexorze yên navçeya Bilbilê 9 kes û li gundê Qibar jî 6 kesên Êzidî revandibûn. Aqûbeta kesên hatine revandin nehate zanîn. Navê Êzidiyên hatine revandin wiha ne; Fadî Arîf, Îbrahîm Arîf, Elî Arîf, Abdûlrehman Arîf, Semîr Arîf û Henan Arîf e.

LI MABETAYÊ HERÎ KÊM 14 KES HATIN REVANDIN

Hêzên rejîma Tirk û çeteyên girêdayî wê roja 21’ê Nîsanê li gundê Mîrkan yê navçeya Mabeta ya Efrînê sivîlek revand. Gundiyê  bi navê M.H (48) piştî hatî revandin mal û milkê wî yê li gund hate talankirin û dest danîn ser malên wî.

Roja 18’ê Nîsanê li navçeya Mabeta ya Efrînê  artêşa Trik a dagirker û çeteyên wê di nava hefteyekê de 13 kes revand.

Navê kesên li gundê Gobekê hatine revandin wiha ne;  X.Ş. (30), E.Ş. (28), E.H. (24), E.H. (22), M.H. (22), D.H. (20), S.H. (20), K.B. (20), K.K. (26), M.K. (29), M.K. (25), W.H. (60).

LI QÛRNEYÊ ÊŞKENCE Û REVANDIN

Li navçeya Bilbilê çavkaniyê bi navê M.H ku ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe eşkere bike wiha got; “Artêşa Trik li gundê Qûrne sivîlê bi navê H.H (28) êşkence lê kirin û piştre revandin.”