Li Efrînê şerekî dijwar diqewime

Li Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatî dagirkirin di navbera komên çete Ceyş El Şarqiye û Ceyş El Îslam şerekî dijwar diqewime.

Îro li Qada Kawa ya li Efrînê di navbera komên çete yên Ceyş El Şarqiye û Ceyş El Îslam de şerekî dijwar dest pê kir.

Hate ragihandin ku di şer de çekên giran tên bikaranîn û şer berbelavî  Newroz bûye. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li qada Kawa û Newroz di şerê di navbera çeteyan de gelek kuştî hene. Çete diyar dikin ku di şer de kesek miriye.

Tê îdîakirin ku şerê çeteyan ji ber kuştina serçeteyê Ceyş El Şarqiye ji aliyê koma çeteyan a Ceyş El Îslam ve derketiye.