Li Efrînê serçeteyek hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di encama çalakiya hêzên wan a li navçeya Raco a Efrînê serçeteyekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekî nîvîskî diyar kir ku hêzên wan li navçeya Raco a Efrînê çalakî lidarxistine. Hate ragihandin ku di çalkiyê de serçeteyê Furqet El-Hemza yê bi navê Elî El-Ehmed hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatedayîn: "Çalakiyên bi bandore ên şervanên me li hemberî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrîn û Bakurê Sûriyeyê berdewam e. Çalakiyên me gava yekemîn  ya şerê rizgarkirina Efrînê ye.

Şervanên me li navçeya Racoyê serçeteyekê Furqet El-Hemza yê bi navê Elî El-Ehmed girtin, piştî lêpersînê çete li xwe mukur hat ku ew ji bajarê Hemayê hatiye û fermanên Tirkiyê yên şerê li dijî gelê Efrînê pêk tîne. Li ser vê yekê hêzên  me cezayê kuştinê lê birîn.

Çalakî ji bo tolhildana şehîdên EfrÎnê 31’ê Cotmeha 2018’an li navçeya Raco a Efrînê pêk hat. Bi van çalkaiyan hêzên me li her devera Efrînê ne û wê çalakiyên me bidomin. Em soz dikin gelê Efrînê em ê Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.”