Li Efrînê meha Gulanê zarokek hate qetilkirin, 53 kes hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk meha gulanê li herêma Efrînê zarokek qetil kir, herî kêm 53 kes revand ku 4 ji wan jin bûn.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê bi ajansa ANHA'yê re parve kirin, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şênî û xwezaya Efrîna dagirkirî berdewam in. Rêxistinê da zanîn ku li dijî şêniyan sûcên kuştin, îşkencekirin, revandin û guhertina demografî pêk tên, li dijî xwezaya wê jî sûcên darbirîn û avakirina avahiyên mêtingeriyê berdwam in.

Rêxistinê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (polîsa leşkerî, ya sivîl, El Cebhe El Şamiyê û çeteyên Emşat) di meha Gulana borî de bi bihaneyên vala û nerast revandin53 kes revandin. Di nav de 4 jin hene. Li beramber serbestberdana wan bi hezaran dolar xwestin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kesên revandî ber bi deverên nediyar ve dibin da ku wan bitirsînin û pereyan ji xwediyên wan bistînin. Eger wan pere nedan jî çete girtiyan li binerdên li deverên cuda yên kantona Efrîna dagirkirî dihêlin û li wir rojane êşkence li wan dikin.

Piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, di encama guleberdana bêserûber ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zarokek ji kampa Mehmûdiyê hat kuştin û 25 din jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18'ê Adara 2018'an de, xwezaya wê têk dibin. Di meha Gulana borî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 900 darên zeytûnê û yên merxê li navenda bajêr û navçeyên Mabeta û Reco birîne; da ku wan bikin êzing û li sûkên Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê bifiroşin.

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistinên qeterî, kuweytî û filistînî avahiyên mêtingeriyê li gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî ava dikin.

Li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa nêzî 50 avahiyên mêtingeriyê yên nû hatin avakirin. Piştre jî wesayîtên kolandinê, 30 hiktar zeviyê herêma navborî bi erdê re doz kir.

Rêxistinê destnîşan kir ku Desteya Alîkariyê ya Cîhanî "Insur" bi hevkariya komeleyên Filistînî avahiya mêtingeriyê ya "Emel 2" li çiyayê Lêlûn ê başûrê rojhilatê kantona Efrîna dagirkirî ava kir.