Li Efrînê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandanan dest pê kir

Li Efrîn a dagirkirî ji duh şev ve li dijî saziyên Tirk a dagirker xwepêşandanên protestoyî dest pê kirin. Avahiyeke ya elektirîkê û tesîsekê wê hate şewitandin.

Şeva înê li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk a dagirer û çeteyên wê ve hatî dagirkirin, xwepêşandanên protestoyî yên mezin dest pê kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, kuştî û birîndar hene. Li gorî dîmenên hatin belavkirin avahiya şirketa elektirîkê ya Tirk a li çerxerêya Kawa hate şewitandin.

Xwepêşandan her çendî ji ber zema elektirîkê dest pê kiribe jî, xelkê herêmê daxwaz dikin ku dagirkeriya Tirk ji herêmê derkevin. Di xwepêşandanan de dirûşên ‘Tirkiye derkeve’ û ‘Divê Sûriye azad bibe’ tê qîrkirin.

Xwepêşander ketin avahiya şaredariyê. Li El Bab, Ezaz û Mareyê jî xwepêşandan dest pê kirin.