Li Efrînê kesekî din hate revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlekî din revandin ku dixwest derbasî kantona Efrînê bibe.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, çeteyên dewleta Tirk Esed Mihemed Elî Heyder ê ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Hate ragihandin ku Heyder dema li kantona Efrînê vedigeriya hate revandin û nayê zanîn ku bi ku ve birine.

Dewleta Tirk ji Adara 2018'an û vir ve li Efrîna ku dagir kiriye rejîmeke çete û terorê ava kiriye. Li bajarê ku veguheriye qadeke ji sûcên şer ên bi rêk û pêk, revandina mirovan, kuştin, êşkence, talan û koçberkirina bi zorê bûne sûcê rojane.