Li Efrînê di nava çeteyan de şer rû da

Li gundê Firêfra yê navçeya Cindirêsê çete û yên li gund hatine bicihkirin bi hev re şer kirin. Di şer de kuştin û birîndarî çêbûn.

Li gundê Firêfra yê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê di navbera komên çete yên Sûltan Mûrad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û çekdarên li gundê Eyncarayê bi cih bûne de şer çêbû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ji her du aliyan jî kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Sedema şer nehat zanîn.